Aram Yayınları
Robin Hood
Kategori: Unsortiert
Verlag: Aram Yayınları
Autor: Howard Pyle
Format: Taschenbuch
Dil: Turkish
ISBN: 9789758242283
VÖ-Datum: 2021-05
Teslimat süresi: 8-9 İş günü
|
|
inklusive gesetzl. MwSt.
Beschreibung
Heke we karîba ji zengînan bistenda û bidaya feqîran, ma wê kêfa we nehatiba? Ma we jî ne dixwest yên xerab ceza bikira û yên baş biparasta? Gava we dîtiba yên xwedî dewlet, zulm û zorîyê li feqîr û belengazan dikin we yê çi kiriba? Ji bo ku serê we neketiba belayê hûn ê bêdeng bimana ya hûn ê bi wêrekî derketana pêş û we yê alîkariya wan kiriba? Heke hûn jî bibêjin; Min ê jî wekî Robîn Hood kiriba! naxwe hûn qet li ser zehmetiyên vê yekê fikirîne? Heke hûn Robîn Hoodek bûna, belkî hûn ê li çol û çiyayan geriyabana, we yê xwe li daristanan veşartiba, hûn ê li derve, ya jî li bin siya darekê, ya jî li şikeftekê, ya jî li bin kendalekî bi hêwa, razabana. Hûn û yên wekî we, hûn ê bibûna yek û we yê diziya wan ên zengîn û zordar kiriba. Ew ên ku bûbûn sebebê jar û perîşaniya we. We yê li welatê xwe li hemberî neheqî û bêdadiyê doz kiriba. Ji bo vê dozê jî wê serê we ketiba belayê; we yê zehmetî kişandiba û we yê nizanîba bê sibê wê serê we li ser kîjan balgîfê bûya? Hûn ê bi tevî hevalên xwe, yên şêr û şên, li hemberî hemû zengînên dilkevir, walîyên xedar, qralên çavsor û keşeyên bêmerhemet, bêetlan û betlan sekinîbana.
Artikeldetails
Aram Yayınları Robin Hood
Allgemein
| Sayfa Sayısı | 196 Sayfa |
|---|---|
| Boyut | 13,5 x 19,5 cm |