Lis Basın Yayın
Ava Sor

Kategori: Yabancı Dilde Edebiyat Kitapları

Verlag: Lis Basın Yayın

Autor: Îbrahîm Osman

Format: Taschenbuch

Dil: Turkish

ISBN: 9786059014205

VÖ-Datum: 2014-04

Lieferzeit: 8-9 İş günü

19.99 € 18,99 €*
Menge:

inklusive gesetzl. MwSt.

Beschreibung

Ava Sor, çiroka liberxwedana gele Kurd e ku ji jiyana rastin a tekoşeren tevgera azadiya Kurdistane hatiye wergirtin. Di ve romana ku ji jiyana rastin a gerilatiye hatiye hunandin de niviskar, dur neçuye u li qehremanan negeriyaye. Pediviya bi afirandina qehremanen xeyali ji tunebu. Niviskar tene nav guhertine u her tişt weki rastiya we nivisiye. Qehremanen romane reheval u hogiren li derdora nivisker bi xwe bun u wan jiyana xwe pe re bir par ve kiribu. Doşeken wan erd, balgifen wan kevir u lihefen wan esman bun. Her çendi çirok u serpehatiyen wan ji hev cuda bun ji, le re u xaçereken wan li heman deşt u newalan digihiştin hev u bi Ava Sor re diherikin. Bi hev re dibun yek beden u yek giyan u bi sterkan re dimeşiyan. Ji lew re jiyana her yeki ji wan minakeke behempa, roman u destaneke ku nehatiye nivisandin e.

Çavkaniya Ava Sor tekoşina gele Kurd a legerina azadiye ye. Ev legerin duh ji hebu iro ji heye u heta ku gele Kurd bigihije mafen xwe yen xwezayi de ev legerin her berdewam be. Buyer u serpehatiyen bu hatine zimen tev rast in. Ava Sor beşeki biraninen niviskar e. Ava Sor, denge herikin u hawara robore Dicleye ye. Bi nalin u qirin çiroka navbera her du çeman vedibeje. Ji bo ku ew rojen giran en we jiyane neyen jibirkirin u di nav direjahiya salan de winda nebin u rojeke ji rojan bibin male diroke, diviyabu ew jiyan bihata vegotin!

Artikeldetails

Lis Basın Yayın Ava Sor

Allgemein

Sayfa Sayısı 278 Sayfa
Boyut 13,0 x 19,5 cm