Lis Basın Yayın
Hemu Berhem

Verlag: Lis Basın Yayın

Autor: Ehmede Xani

Format: Gebundenes Buch

einmalig: 25.99 € 24,99 €*
Artikel nicht mehr lieferbar!

Beschreibung

Ehmedê Xanî yek ji rêberên wêjeya kurdî ye. Wî herhal ji her kesî zêdetir qîmet daye kurdî û bi kurdî berhevm nivîsandiye. Ji ber girîngiya Xanî û hêjabûna berhemên wî ev 300 sal in berhemên wî her carê li cihekê bi awayekî têne çapkirin. Vê carê Weþanên Lîsê xwe da ber vî barî û hemû pirtûkên Xanî di pirtûkekê de bi navê "Hemû Berhem" weþand.


Weþanxaneyê bi gotina "Mirov dikare bi dilfirehî destnîþan bike, ku bi hêza xwe ya wêjekariyê ve Ehmedê Xanî yekane þexsiyetê kurd e desthilatdariyeke bi vî rengî bi dest xistiye. Dengê wî yê bilind û pirþax, bi riya deqa hemû berhemên wî, ev zêdeyî sê sed salan e li paþxaneya hiþê me, li bîra Kurdbûnê deng vedide. Çapkirin û belavkirina hemû berhemên Ehmedê Xanîyê xwediyê derd û kula me, ji vî awirî ve, karekî derengmayî ye" berhem pêþkêþ kiriye.

Berhemên Ehmedê Xanî yên ku bi saya serê destnivîsên cur bi cur gihiþtîne îro; mesnewiya wî ya mezin a bi navê Mem û Zîn, ferhenga bi navê Nûbara Biçûkan a ku Xanî ji bo zarokên kurd amade kiriye, da ku ew bikaribin erebiya ku zimanê wê dewrê yê ronîbûn û rewþenbîriyê ye bi hêsanî fêr bibin, her du berhemên wî yên bi navên "Eqîdeya Îslamê" û "Eqîdeya Îmanê", her wiha helbestên ku bi ser Dîwana wî ve têne hesibandin, hemû ji aliyê Weþanxaneya Lîsê ve, di bin rêza bi navê 'Bênder', bi sernavê "Hemû Berhem", wekî pirtûkekê, bi çapeke xweþik çap kir.

Weþanên Lîsê di vî warî de gava pêþîn avêt, bi hemû berhemên Ehmedê Xanî ve, ku ji pênc pirtûkan pêk tê, li jêr rêza bi navê Bênderê, dest bi ji nû ve edîtkirin, çapkirin û belavkirina berhemên kurdî yên damezirîner û kanon kir. Pispor, lêkolîner û nivîskarên ku li ser Ehmedê Xanî xebat kirine, hêz û piþtgiriya manewî dan kedkarên vê berhemê.

Helbestvan Kawa Nemir edîtoriya berhemê kir û helbestvan Selîm Temo jî bi pêþgotina xwe ve destnîþan kiriye ku girîng e hemû berhemên Ehmedê Xanî ji nû ve bêne xwendin.
Weþanxaneya Lîsê li ser armanca çapkirina berheman jî wisa dibêje, "Ferheng, ziman û wêjeya kurdî warekî adan e, weþanxaneya me bi çapkirina vê berhema bi navê Ehmedê Xanî-Hemû Berhem ve nîþan dide, ku ev war ne bê xwedî ye, ya jê girîngtir jî, dê ev berhem di ber destên nifþên nû re derbas bibin, dê bi têgihiþtineke hê hevçaxtir werin helsengandin. "

Technische Details

Lis Basın Yayın Hemu Berhem

Allgemein

Seiten 380 Seiten
Größe 1,4 x 2,1 cm