Na Yayınları / Weşanen Na
Doktor Jîjo

Kategorie: Unsortiert

Verlag: Na Yayınları / Weşanen Na

Autor: Sîya Sîtav

Format: Taschenbuch

Sprache: Turkish

ISBN: 9786257085618

VÖ-Datum: 2022-08

Lieferzeit: 8-9 Werktage

14.99 € 13,99 €*
Menge:

inklusive gesetzl. MwSt.

Beschreibung

Edebiyata zarokan a modern li ser sê esasên bingehîn ava dibe. Di edebiyata zarokan de ev hersê esas wekî mifteya pîvanên pedagojîkbûnê tên dîtin. 1 Li gorî zarokê bûn: Ev yek di derheqê pêşketina ziman û pêşketina zîhnî ya zarokê de ye ku ev jî têkildarî asta têgihiştin û serwextbûna zarokê ne 2 Perspektîfa Zarokê: 3 Rastiya zaroktiyê : Ev jî perspektîfa nava metnê ye, feraset û dinyaya zarokê ye. Ev hersê têgeh tên vê wateyê ku nivîskar dema metnê diafirîne gere bi çavê zarokekî li meselê binêre û bi çavên zarokekî bibîne. Doktor Jîjo jî li gorî van esasan; bi têgihiştin, feraset û serwextbûna zarokên 4-6 salî û li gor perspektîf û dinyaya wan hatiye nivîsîn û li gor esasên teknîkên hînbûn û hînkirinê hatiye amadekirin. Ji xêzkirina wêneyan bigire heta diyarkirina qalîteya kaxizê jî li gor esasên pedagojiyê hatiye kirin. Çîroka Doktor Jîjo li dora çûyîna doktor ava bûye. Wekî ku tê zanîn pirê zarokan naxwazin herin doktor û ji ortama nexweşxaneyan û ji doktoran ditirsin. Lê di Doktor Jîjo de; çûyîna doktor tiştekî ji rêzê ye, wekî ku tiştekî rojane be. Ne ku tirs tuneye, tirs jî heye lê çareseriya wê jî heye. Zarok dema Doktor Jîjo bixwînin hem wê jê kêfê bigirin û hem jî wê li ser bifikirin.

Artikeldetails

Na Yayınları / Weşanen Na Doktor Jîjo

Allgemein

Seiten 38 Seiten
Größe 24,0 x 22,0 cm